BANG: Em li te digerin!

  • Me li nava mehlê bigerîne û bersivên pirsen me bide 
  • Me bibe wan cihên ku ji bo te watedar in
  • Karê derhênanê bigre ser xwe û bide lîstin bê du lîstikvan  divê Mehla te çawa nîşanî hev bidin
  • Heke dile te bixwaze tu jî bibe lîstikvan û lîstikeke radyoyê ya ku mirov li ber dimeşe û lê guhdar dike bilîze

Em dikarin çi bidin te?

  • Bazara bihevguherînê ya afirîner: Tê perspektîva xwe ya li ser Mehlê nîşanî me bide, û em ê jî projeyeke hunerî ya ku tu jî dikarî tê de cîh bigrî amade bikin. 
  • Li hev rast hatin: Tê kesên nû nas bikî û perspektîva wan ya li ser Wilhgemsbûrgê fêm bikî. 
  • Diravdaniya mesrefan: Heke tu heta dawiya projeyê (Tebax 2024) berdewam bikî, em dikarin pereyekî biçûk ji bo mesrefên te bidin.  
Auf dem Bild sind sieben Menschen zu sehen. Sie sind Teil des Teams der Stadtteilastronautin. Das Bild zeigt von links nach rechts: Antonia Rehfueß, Benjamin Böcker, Jan Kampmann, Jonas Feller, Sheyda Toufan, Merle Mühlhausen und Sami Khalil. Wir verzichten an dieser Stelle auf eine genaue Beschreibung des individuelle Aussehens, weil wir keine Selbstbeschreibungen der einzelnen abgefragt haben.

“Em” kî ne?

Em Toni û Benjamin in. Vê projeyê em dimeşînin. Em bi almanî û înglîzî diaxivin. Ji bo hemû zimanên din em sepanên wergerê bikar tînin. Tevî heft hunermendên din, em ji bo te û mirovên din yê li Wilhemsbûrgê karaktera Astronota Mehlê diafirînin. 

Çi divê, da ku mirov tevlî Astronota Mehlê bibe? 

  • Tu li Wilhemsburgê dijî
  • Ji me re îcazeta te ya nivîskî lazim e, da ku em karibin dengê te qeyd bikin û ji bo lîstika radyoyê bikar bînin
  • Tu fikren li dijî însanan temsil nakî û civakeke vekirî û celeb celebî dixwazî

Proje kengî diqewime? Çi qas wext digre? 

  • Tu tevî Toni û Benjamin diçe gereke ku texrîben 2 seatan didome.
  • 24’ê Gulanê, roja înê tê werî yek ji ewilîn ceribandinên gera guhdarkirinê. Li vir tê kesên din yê ji Wilhemsbûrgê, yê ku tevlî projeye bûne û tîma hunerî nas bikî. Li vir pêdiviya me bi pêşniyarên te hene: Astronota Mehlê çîrokekê bi awayekî rast vedibêje? An tu dixwazî itirazî hin tiştan bikî? Tu dixwazî tiştekî li çîrokê  zêde bikî? 
  • Tê di navbera 27 Gulanê û 30’ê Hezîranê de biçî gereke duyemîn ya ku 2 seatan didome. Li vir tu dikarî lîstikê biguherîne û tê bi alîkariya me bibî derhênerê/a du lîstikvanan. 

Gera guhdarkirinê ya qediyayî wê di navbera 01.08. û 04.08. de, herwiha di navbera  05.09. û 09.09. were li dar xistin. Di van tarîxan de tu ne mecbûrî hazir bî. Helbet em ê gelekî kêfxweş bibin, heke tu wek temaşevan/guhdarvan tevlî yek ji van lîstikan bibî.

Proje ji aliye van saziyan hatiye binpiştkirin: 

close-alt close collapse comment ellipsis expand gallery heart lock menu next pinned previous reply search share star